Rave
Sal 1833 ye. Giovanni, xortek nûgîhayî ji bajarê Genovayê li Îtaliya, li bendê ye ku bi birayê xwe Roberto re bi gemiyê derbasî Arjantînê bibe. Ew li pey jiyanek xweş û aram digerin. Lê beriya ku gemî bi rê bikeve, hizrek xirab dikeve serê Giovanni û biryar dide ku birayê xwe bixapîne. Ew birayê xwe bi cî dihêle …
Gera Giovanni, bedela bextewerî, wî bê îrade davêje nava bûyerên şerê navxweyî li Arjantîn; şerê di navbera federalîst û parêzerên dewleta yekane.
Giovanni di nameyên ku ji bo birayê xwe yê li Genovayê de dinivîse, basî serpêhatiya xwe, hevdîtina bi Charles Darwin û rewşa şerê navxweyî li Arjantînê dike.
Giovanni pir ji wê aciz e ku Darwin hewl dide baweriya Xweda û zanista xwezayî bi hev re bike yek. Ji ber dudiliya xwe ya li ser olê, xwestekên xwe yên zayendî an cinsî û nuqustaniya laş, pir azarê dibîne û ne raziye. Ev piştre tev li sûîqesta siyasî li dijî dîktatorê Arjantînê, general Rosas dibe…
Jiyan ji bo Giovanni winda ye…
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


