Grammar of Kurdish Language-E. B. Soane



Nivîskar:
E. B. Soane
Navê Ferheng:
Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language
Ziman
Kurdî
Weşanxane:
Avesta Yayınları
Çap:
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Rûpel:
318
ISBN:
978-605-5279
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Kitêba li ber destî, gramera kurmancî, yan zimanê kurdî, xîmê Ekola Brîtanî ya Etûdên Kurdî daniye. Nivîskar, Sergurd Ely Banister Soane (1881-1923), efserekî brîtanî bû, ku di sala 1902yê de çûbû Îranê. Şiyana wî ya zimanê farsî û kurdî hindî baş bû, ku karî bi navê farsekî Îranê yê misilman here Kurdistanê û ji bo maweyê çendîn salan li gelek deverên Kurdistanê, nemaze başûrê Kurdistanê bi vî qilix û qiyafetê xwe yê îranî zanyariyên berfireh li ser çand û zimanê kurdan berhev bike. Soane yekem brîtanî bû ku etûdeke zimannasiyê li ser kurdî binivîse. Mîrasa Soane ji bo zimanê kurdî dikare hem erênî û hem nerênî bihête nirxandin. Soane, bi rexma ku xwediyê zanîneke sînorkirî li ser zimannasiyê bû, karî zimanê kurdî bi rojavayê, bi taybet Brîtanyayê, bide nasandin. Xebatên wî wekî rêveber li Kurdistana Iraqê destpêkeke baş ji bo transferkirina kurdî bo medyûmên nû wekî rojname û xwandegehan bû. Bi handana vî cindiyî, tradisyoneke kurdîzaniyê li Kurdistana Iraqê hate damezrandin.


<strong>Nivîskar</strong><br>
Nivîskar

E. B. Soane

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply