Nivîskar: Qendîl Şeybizînî |
| Navê Ferheng: Ferhenga Têgehên Bedenê |
| Ziman |
| Weşanxane: Sitav Yayınları |
| Çap: |
| Sala Çapê: 2023 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 1080 |
| ISBN: 9786055081522 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji laşê mirov çêdibin nehatîye kirin. Nivîskar piştî xebata heft salan ev ferheng raberî xwîner û ferhengnasên kurdî kir. Ev ferheng bi deh hezaran peyvên ji laşê mirov çêbûne di nava xwe de dihewîne.
Yek ji girîngiya vê ferhengê ew e ku peyvên ji hemû zaravayên kurdî di xwe de digire.
Em di wê bawerîyê de ne ku ev ferheng dê sûdeke mezin bide zimanê kurdî û dê dewlemendîyeke bêhempa ji dewlemendîya zimanê kurdî zêde bike. Em hêvî dikin ev ferheng di warê zimannasiyê (languistic) de jî bibe sedema lêkolîn û lênêrînê.
Em dizanin di deryaya zar û zimanê Kurdî de, hê gelek peyv û bêje mane ku li çapên ferhengan zêde bibin. Di salên pêş de dê bi xebatên xemxurên zimanê kurdî gelek peyv dê lê zêde bibin, ji ber ku ev taybetmendî bi vê berfirehiyê tenê di zimanê kurdî de tê dîtin û ev jî kevnarî û kûrahiya zimanê Kurdî û gelê kurd nîşan dide li ser axa ku bi hezaran sal eli ser dijî.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


