Navê Resen : Üç Başlı Ejderha |
| Navê Kurdî: Ejdehayê Sêserî |
| Nivîskar: Leyla Erbil |
| Wergêr: Dîlaver Zeraq |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2007 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 218 |
| ISBN: 9789756179475 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Leyla Erbil, êşê, hezkirinê, baweriyê, mirinê, “estetîze” nake. Pûte pê dide ku lehengên di çîrokên xwe de neke lehengên trajîk. Leheng bi hemû awa û taybetiyên xwe ve endamên “gel” in. Ew xwedî şaşîtî ne, ne pêjnkar in, berjewendîperest in, kesên qels in. Leyla Erbil, bi xweşbînî li kil û kêmasiyên tîp û lehengên xwe nanihêre. Berevajiya wê, balê dibe ser wan. Leyla Erbil, bi hişberiyeke rexnegir dinivîse; kesên ku di civatê de wek erênî xuya dikin jî ji ber dasa wê a rexneyê nafilitin.
Ejdehayê Sêserî, bervekirî ye ji bo xwendina li ser bingeha “siyasî”. Vegotinên di çîrokan de, ji nişkê ve rastî qutkirinekê tên û her wiha nediyar dibin. Nivîskar, hemû pirsan bêbersiv dihêle. Tiştê ku di çîrokên di pirtûka Ejdehayê Sêserî de dimîne ji me re, bes xerabî û kuştinên li ser siyasî ne ku ji dîrokê wekî mîrate mane…
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…




