Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Edebiyata Berxwedanê |
| Nivîskar: Barbara Harlow |
| Wergêr: Umran Aran û Yusiv Hemedî |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Pall |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2025 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 272 |
| ISBN: 9786259831176 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Wek yek ji deqên bingehîn ên di warê nivîsên postkolonyal de, Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê di xebatên edebî yên rojavayî de zemîneke nû danî. Ev xebata rexneyî ya nîqaşbar ku cara pêşî di 1987an de hatiye çapkirin, nêzîkatiyeke li edebiyatê bi pêş dixe ku di eslê xwe de siyasî ye. Edebiyata Berxwedanê rola edebiyatê di tevgerên azadîxwaz ên cîhana pêşkev a sedsala 20an de nîşanî xwîneran dide. Ew li ser bedeneke nivîsan dixebite ku li Rojavayê bi piranî hatine paşguhkirin. Herçend ev kitêb li gor mijarên cureyî –helbest, vegêran, bîranînên girtîgehê‒ hatiye organîzekirin, tê de mijarên tematîk û şertûmercên dîrokî yên taybetî bi pêş de hatine derxistin ku karîger in li ser stratejiyên çandî û siyasî yên têkoşînên berxwedanê yên cihêreng ku di nav wan de yên Filistîn, Nîkaragûa û Afrîkaya Başûr hene.
Edebiyata Berxwedanê, bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemedî û bi teqdîm û pêşgotina Serdar Şengül û Mia Carterê, xwîner û nivîserê kurdî vedixwîne nav danûstendineke fikrî û edebî.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

