Diyarbekir



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Diyarbekir
Nivîskar:
Şeymus Diken
Wergêr:
ZEYNEB YAŞ
Zimanê Resen:
Tirkî
Zimanê Jêder:
Tirkî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
SalaÇapê:
2006
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
256
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


iyarbekir; pirtûka Şeyhmus Diken a ji aliyê Weşanên İletişimê ve hatiye weşandin e. Bi tirkî heşt car hatiye çapkirin û her wiha ji bo fransî jî hatiye wergerandin û çapkirin. Kurdiya pirtûkê ji aliyê Zeyneb Yaş ve hatiye amedekirin.

Romannivîsê mezin Mehmed Uzun di nivîsara ku ji bo pirtûkê nivîsiye de dibêje “Amed; bajarê ku xerca wê bi êş û xemgînî hatiye hevîrkirin, lê hêviya xwe her tim zindî hiştiye… Amed; bajarê birîndar ku di bedena wê de birînên kûr vebûne… Amed; ji axir zemanan û vir ve, li hemberî zilm û bobelatên dem û mirovahiyê, yên bi qasî mirov nikare bijmêre zêde ne li ber xwe daye, dilekî bi dilpakî. Amed; bajarekî ku dengê êş, xemgînî û hêviya wê hêj têr nehatiye vedan…” Şeyhmus Diken bi pirtûka Diyarbakir, ji bo hinekî nîşandana bêdengiya bajarê ku rizên xwe bi pistepistê ji bircên xwe re dibêje, gavekî davêje.

Bi gotina Mehmed Uzun: “Şeyhmus Diken, dengê Amedê ye. Dengekî ku bi nermî, bi dostanî diherike, dengekî watedar û mirov hênik dike.” Bi rûbara xwe ya ku rê dayî, bi çiyayê xwe, bircên xwe, taxên xwe yên wenda, hemşeriyên koçkirî, sînemayên xwe… Bi edetên xwe, evînên xwe, çanda xwe ya yareniyê… Û bi nuktedaniya xwe ya taybet a ku digel evqas kêmasî, tengasî, zor û zehmetiyên xwe dîsa bi tevkariya wê dikare kêfxweş bibe… Şeyhmus Diken Amedê ne wekî cihekî stratejîk, sembolek, an jî warê nasnameyek nedîtbar, wekî jiyaneke vedibêje. Bi wê nuktedaniya xwe… Û bi dengekî nermikî, dostanî û hênik diherike…


Wergêr

ZEYNEB YAŞ

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply