Dîroka Erdelanê


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Dîroka Erdelanê
Nivîskar:
Mestûre Kurdistanî
Wergêr:
Zîya Avci
Zimanê Resen:
Soranî
Zimanê Jêder:
Soranî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2020
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
240
ISBN:
9786052246894
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


“Ez a bêqîmet û hejar ya navê wê Mestûre -ku ez keça Ewlesen Begê û neviya Xwedê jê razî Heme Axayê Kurdistanî me- ji ber ku bavê min gelek hez ji xwendinê dikir û ez jî keça wî ya yekê bûm, gelek hez ji min kir, ez dam xwendinê. Min gelek xwe dabû kitêban, hemî awe kitêb dixwendin, di nav wan de min gelek ji dîrokê hez dikir. Heta rojekê min nivîsek dît ku behsa Kurdistanê dikir. Her çend fireh jî bû, lê hêj kil û kêmasiyên wê mabûn. Ket serê min ez jî tiştekî têxim ser wê zincîreya serpêhatiya Erdelanê, bi taybetî ku ez nanxwera wan im û şanaziyê bi bextê xwe dikim ku ez niha bi temamî xizma wan im. Ji bo vî karî min li gelek kitêban nêrî, ji kalemêran gelek pirs kirin û ev dîrok jê çêkir. Ricaya min ji xwendevanan ew e nifrîn li bîra min nekin.”

Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî)

 Ev berhem, ji du berhemên ku bi eslê xwe farisî bûne, ji farisî hatiye wergerandin ser kurdiya soranî û Ziya Avcı jî ew kirine kurmancî. Dokumenta yekê ku dibe esasê materyalê vê kitêbê, xebata Mah Şeref Xanima Erdelanî  (Mestûre Xanim) ye ku navê wê Dîroka Erdelanê ye. Ew ji aliyê Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hatiye amadekirin û weşandin. Hejar Mukriyanî, xebat wergerandiye ser Kurdiya Soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye, hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê yên jî kiriye nav vê xebatê.

 Dokumena din jî raporeke bi zimanê farisî ye ku hemî eşîrên Mîrekiya Erdelanê yek bi yek dide nasîn. Nivîskarê raporê ne diyar e lê îhtîmaleka mezin ew ji bal pispor-karmendekî Îrana dewra şahîtiyê ji bo agahîdana navenda desthilatê hatiye nivîsîn. Ev rapor ji nav arşîva Celadet Alî Bedirxan derketiye.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Zîya Avci

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply