Rave
Romana Babelîsk romaneke li ser jiyan û têkoşîna Selahedînê Eyûbî hatiye nivîsandin. Bi vê romanê mirov jiyan û têkoşîna Selahedînê Eyûbî nas dike.
Erik Lindholm, helbestvan û nivîskarek ji welatê Norweç, ji bo nivîsandinê diçe Lisbonê. Li wir, bê ku plan kiribe bi jinerojnamevanek Birîtanî re hevûdin nas dikin. Rojnamevan, raportera rojnameyek Birîtanî ye ku raporê li ser qedera keçek Kurd amade dike ku ji mala xwe ya li Ingilistanê winda bûye. Rojnamevan bi guman e ku malbatê, keçik ji bo zewaca bi zorî revandiye Şamê…
Rojnamevan bala Erik dikêşe ser wêneyên Selahedînê Eyûbî ku wan rojan di destê xwepêşanderan de bûn û li ser şaşeya televîzyonan dihatin nîşan dan…
Ev bûyer, ji Erik re dibe destpêk heya sultanê navdar ê Kurd Selahedîn Eyûbî nas bike û bikeve nava gerek dîrokî…
Selahedîn li ser texçikê bi kevir yê pane li bin dîwarên stûre nêzîk deriyê bînayê hukimdariyê li keleha kevnareye biçûk ê bajêrê Şamê rûniştibû. Di nava hizrên xwe yên kûr de çûbû û difikirî ka çima dem wisan zû derbas dibe. Wê demê, pênc sal bi ser girtina dubare ya bajarê “Qudsê” re derbas dibû, lê bi ya wî, bûyer hema çend rojan beriya hingê qewimîbû. Hewayê wê roja derneg ya zivistana Şamê, ji çaran pitir tezî, sayî û xweş bû…
Jiyana sultanê Kurd, di pirtûka Babelîsk de, berçavroniyek nû dide xwendevanan.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


