Wehşê Di Hundirê Min de?



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Wehşê Di Hundirê Min de
Nivîskar:
Helîm Yûsiv
Wergêr:
Zimanê Resen:
TIRKÎ
Zimanê Jêder:
TIRKÎ
Weşanxane:
Peywend
Çap:
1
Sala Çapê:
2018
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
144
ISBN:
9786058160811
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der, wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye… Di vê berhemê de, em bi riya jiyana du nifşan, -nifşê mamoste û şagirtê wî- bi wehşiyeteke tund a ku xwe dispêre sedsalan re rû bi rû dimînin. Wehş û hovitiya hem di qada giştî de, hem jî di aliyê tarî yên mirovan de xwe dide der.
Bi xwendina vê romanê re, her xwendevan ji wehşê razayî yê di hundirê xwe de haydar dibe, yan jî ew xwe di devê wehşekî dirinde de hîs dike ku heta niha haya wî jê tunebûye.
Wehşê di Hundirê Min de bi zimanê xwe yê satirîk hovîtiya şexsî bi wehşiyeta polîtîk ve girê dide.


Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply