Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Vejandina Dîroka Zanayên Kurd |
| Nivîskar: Mihemed Elî Qeredaxî |
| Wergêr: Zîya Avci |
| Zimanê Resen: Soranî |
| Zimanê Jêder: Soranî |
| Weşanxane: Peywend |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2024 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 396 |
| ISBN: 9786256207127 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Heke em hinek çavê xwe li dîrok û çapemenîya Kurdistanê bigerînin, em dibînin her beyn nabeynekê û sal ne salekê -heke hemî salekê û salê yek-du caran nebûbe- şer û qirênên mezin di navbera desthilatdarên Romê û Ecem de rû daye û bi piranî şergeh û meydana şerên wan li ser ax û welatê kurdan bûye. Her kîjan yê din mexlub kiribe, piştî wê çi bi derdê xwaribe, bi talan û birrînê rapêçaye û lûl kirîye, ew rika kerb û kîna wî dagirkerê bêmerhemet bûye, alav û agir berdaye kitêbxane, xwendegeh û cihên pîrozz û xwelîya berê ezîyet, mejî, bîr û zanayên kurd bûye kil û sûrmeya çavê wan.
Bêguman heke piranî û binînehatîya şûnewarên zanayên kurd nebûya dibû piştî wan karesatan- xeberek ji paşvemayê bîr û hişê zanayên vî gelî di dest de nebûya.
Piştî destê min qelemê girt û çavê min bi kitêbên dirrîyayî ket, bala min li ser kitêbên kevin û perritî livîya û ez bi wan re jiyam û wan tesîrê ser ruh û hinava min kirin. Car caran jî li ha û li wir tiştek ji min didirrandin. Heta van demên dawîyê bi zêde wextderbaskirina bi gelek milên din ve, bi danîna li milekî gelek projeyan, min wext û firset ji xwe re pêk anî heta tê de goşeka paşvemayê ji destê karesatan rizgarbûyî, şûnewarên zanayan tê de çêkim.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


