Veguherîn


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Veguherîn
Nivîskar:
Franz Kafka
Wergêr:
Fatih Aydin
Zimanê Resen:
Almanî
Zimanê Jêder:
Almanî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
80
ISBN:
9786055683415
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”

Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e giyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê ya ku dişibe baregehên xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku deriyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetiya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve aniye?

Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahiyê û di nava ‘hemû berhem’an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdiyeke ku serfiraziya Kurdî ye.  


Wergêr<br>
Wergêr

FatÎh Aydin

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê