Fatîh Aydin

Cotkar û karker, gundî û rençber, pê re jî proleter, na na, ew strana Şivan bû!!… Endezyarê Elektronîk û Ragihandinê. Wek bernamesazê kompîterê ez hewl didim ku di vî warî de bo Kurdî tiştinan bikim û heta niha du bernameyên min derketin: WQFerheng bo Android û Windows û IOSê, û Nûçexane bo Androidê. Herwiha wek wergêr ez berhemên Franz Kafka ji Almanî werdigerînim Kurdî û heta niha Veguherîn(Die Verwandlung), di 2010’a de, û Koloniya Tawanê(In der Strafkolonie), di 2016’an de, ji Weşanên Lîsê. Wergera min a ji Almanî ya nameyên Helmuth von Moltke, bi navê Li Çiyayên Kurdistanê-Di bin Nîveheyvê de, di 2018’an de, wergera min a Keleh (Das Schloß) a Franz Kafka, di 2019’an de, ji Weşanxaneya Avestayê, derket. Romaneka min a bi navê Sefernameya Hezar û Yek Fersengî jî dîsa ji Weşanên Lîsê, di 2014’a de, derket.

Bloga Fatîh Aydin