Sîsirkên Hesinî


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Sîsirkên Hesinî-Jiyannameya Zarokatiyê
Nivîskar:
Selîm Berekat
Wergêr:
Ehmed Huseynî
Zimanê Resen:
Erebî
Zimanê Jêder:
Erebî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
72
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ka bibêje zaroko! Te çi dîtiye kambaxo; her tiştî bibêje; her tiştî tazî bike. Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe.

Tu zarok î, û ma em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake… De ka bibêje lo!

“Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse, lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike.
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin.

Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî?

Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.”

Bi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî! Ehmed huseynî wergerandiye


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Ehmed Huseynî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply