Şerê Meşrûiyetê



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Şerê Meşrûiyetê
Nivîskar:
Alain-G. Gagnon
Wergêr:
Tevfik Bayram
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Pall
Çap:
1
SalaÇapê:
2025
Cihê Çapê:
Rûpel:
216
ISBN:
978-625-95914-7-6
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Alain-G. Gagnon

Profesorê Zanistên Sîyasî ye li Zanîngeha Quebecê li Montrealê û serekê Kursiya Kanadayê bo Lêkolînên Kanada û Quebecê ye. Herwiha rêveberê Navenda Lêkolînên Navdîsîplînî li ser Cihêrengîya li Quebecê ye û yek ji rêxerên Koma Xebatê li ser Civakên Pirneteweyî ye. Bi kitêba xwe ya bi navê Au-delà de la nation unificatrice : plaidoyer pour le fédéralisme multinational [Wêdeyî Neteweya Yekker: Doza ji bo Federaliya Pirneteweyî], xelatên Joseph Maria Vilaseca i Marcet, ya ku Institut d’Estudis Autonomics ya hikûmeta Katalonyayê dide, û Marcel-Vincent, ya ku Association Franchophone pour le Savoir dide, wergirtin. Sala 2008an, xelata bilind ya Civata Quebecî ya Zanistên Sîyasî wergirt û bo endamiya Civata Bilind a Kanadayê hate hilbijartin. Sala 2010an, Kursiya Ekselansiyê ya Stander li zanîngeha Carlos III ya Madridê bi dest xist. Heman salê, ji ber rola wî ya serkêş di warê zanistên sîyasî de, xelata xwedan prestîj a Trudeau wergirt ku Weqfa Pierre-Elliott-Trudeau dide. Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de, piştî Neteweyên Kêmîne: Di Serdema Nedîyariyan de li ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî (Lîs, 2016), kitêba duyem a Gagnon e ku bi kurdî tê weşandin.

Ev kitêb nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Dibe ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin. Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke giring e ji bo vekolînê.

Şerê Meşrûiyetê bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Keyaniya Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanada), bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser giringiya meşrûiyetê disekine, ne li ser qanûnîbûnê.

Alain-G. Gagnon bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî radixe ber çavan, bi taybetî ji bo wan neteweyan ku bi dijminatî li hev dinêrin.

Şerê Meşrûiyetê, sîstema federaliyê wekî rêya sêyem dinirxîne ji bo neteweyên hem ji dewletên serwer nerazî ne hem jî nikarin ji wan cuda bibin. Di demekê de ku mijara federaliyê di rojeva giştî ya kurdan de jî roj bi roj zêde dibe, ev kitêb, bi wergera Tevfik Bayram, valahiyeke giring dadigire di qada kurdî de.


Wergêr

Tevfik Bayram

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…