Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De
Teorî-Sîyaset-îdelojî
Nivîskar:
Emîr Hesenpûr
Wergêr:
Zîya Avci
Zimanê Resen:
Soranî
Zimanê Jêder:
Soranî
Weşanxane:
Peywend
Çap:
1
Sala Çapê:
2024
Cihê Çapê:
Rûpel:
180
ISBN:
9789256963887
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Bûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn, parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî, û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî, û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de. Piştî 1918an, zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû, ji zimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana bi Yekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an, di navbera wan herdu siyasetan de, li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabê zimanê kurdî dihelandin, rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî, tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştina
netewe-dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Li milê din Sovyetê, dewleta îdeolojîk, siyaset û bernameya xwe ji bo zimanan hebû, û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêk nehatibû, firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdekirina zimannasîyê, mamoste, nivîskar, rojnamenivîsî û rewşenbîrên
din, li Iraqê, ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurd pê hilgirtibû, bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne, û qîmeta kulturî, aborî, siyasî û zanistî peyda neke ji bo wê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne.


Wergêr

Zîya avci

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…