Navê Resen : Bir gün tek başına |
| Navê Kurdî: Rojekê Bi Tena Serê Xwe |
| Nivîskar: Vedat Tûrkalî |
| Wergêr: Tehsîn Baravî |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2017 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 816 |
| ISBN: 9786059295321 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Vedat Türkali bi tecrûbeya xwe ya sînemayê ya bi salan û bi dîtina xwe ya xurt lehengên vê romanê afirandine. Ev ew leheng in ku êşên civakê û nexweşîyên erkdarîya Komara Tirkî yên serdemekê wekî awêneya rimildarekî dide ber çavan. Rojekê Bi Tena Serê Xwe mûcîzeyek e. Dîmenên li pêşberî me ne lê -de ji çi sedemê bin- em nabînin yan jî ên em nîvco dibînin vedibêje. Wan temam dike. Pirîcaran me, kesên li dora me di bîra me de tîne. Qewamên bi serê me de hatine, ên dil û hinavên me roj bi roj dikurisînin di bîra me de tîne.
Piştî xwendina Rojekê Bi Tena Serê Xwe, mirov êdî bi çavekî din li mirovan dinêre. Li dilê mirovan dinêre, li mirûzê wan… Hew ne li Cağaloğlu, Tahtakale, Şişli û Beyoğluyê, ên mîna Kenan li Sûka Qaçaxçîyan, li Sûka Şewitî, Xançepek, li tevger û komeleyên Kurdistanê jî dijîn. Kesên tofan li serê wan gerîyane, ên bi tena serê xwe ne, ên xwe bi xwe diaxivin… Kenan jî yek ji wan kesan e ku di binê barê sûcdarîya ku bi salan ketîye ser hev, yek ji wan kesan e ku bizdîyaye û xwe li sitareya zewacê girtiye. Xwestîye xwe ji komunîstîyê bişo. Lê ev sîwan ne ew derman e ku birînên wî bidebirîne, soma wî ya şikestî bicebirîne.
Belkî Günsela wêrek, a sosyalist be dermanê Kenan. Belkî jî na… Kî dizane…
Bi wergera Tehsîn Baravî çêja zimanekî Kurdewar wergertîye û şahberhemeke ji wêjeya Cîhanê bûye milkê Kurdî.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


