Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Rexneya Edebiyata Kurdî û Meseleya Nûkirina Şîyîrê |
| Nivîskar: Perêz Sabir |
| Wergêr: Zîya Avci |
| Zimanê Resen: Soranî |
| Zimanê Jêder: Soranî |
| Weşanxane: Peywend |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2024 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 609 |
| ISBN: 9786256963061 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Rexneya edebiyata kurdî ku destpêka wê ya rastîn bi destpêkirina hereketê nûkirina şîyîra kurdî di destpêka sedsala 20 an de dest pê kirîye, ew dewlemendîya girîng heta van dawîyan jî li gor pêwistîyê awir lê nehatîye dayîn û lê nehatîye lêkolîn. Belkî di dirêjahîya vî midetî de ku nîv sedsal zêdetir e dom dike, wekî materyaleke xav bi awayekî perş û belav û feramoşkirî maye.
Ew nivîsên kêm yên li ser hatine weşandin, yanî lêkolîna wê materyala ku temamê dewlemendîya rexneya edebiyata kurdî pêk tîne, çend hewlên dest- pêkî ne û tenê milekî biçûk yê wê babeta fireh girtîye nav xwe. Ji bo wê, ne di warê cûreyê wan babetên nave- roka wan nivîsên kêm pêk hatîye de û ne di warê awayê behskirin û lêkolînan de ku her ji bingeh ve tiştekî sade û serpê ne û ji çend balkêşîyeke giştî û bilez derbas nebûne. Nekarîne bi awayekî têr û tijî û li ser rêbazeke zanistî wan materyalan bikolin, binirxînin û qîmeta wan ya taybetî di nav edebiyata kurdî de bidin diyar kirin. Bi vê mehneyê wan nivîsên kêm nekarîne rewşa rasteqînî ya rexneya edebiyata kurdî diyar bikin.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


