Navê Resen : |
Navê Kurdî: Mem û Zîn |
Nivîskar: Pîremêrd |
Wergêr: Mamê Mala Hinê |
Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
Weşanxane: Peywend |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2016 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 120 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Şanonameya Mem û Zîn di 1932’yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weşandin. Di 1934’an de jî wekî kitêb tê çapkirin. Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin.
Şanogeriya Mem û Zînê, di 1935’an de ji aliyê Komeleya Zanistî ve tê pêşandan. Pîremêrd temsîla vê şanoyê li Kurdistanê wekî kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dike. Ew çîroka şanonameyê ji bingeh û evîna Mem û Zînê werdigire û ji nû ve adapteyî şanoyê dike. Hêmayên sereke yên destana Memê Alan û mesnewiya Ehmedê Xanî bi awayekî taybet diparêze… Pîremêrd bi armanca neteweperweriyê rengê evîna Mem û Zînê diguherîne. Bilindkirina kurdewarî û neteweperweriyê temaya sereke ya vê şanonameyê ye.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…