Masiyê Reş î Biçûk



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Masiyê Reş î Biçûk
Nivîskar:
Samed Bahrengî
Wergêr:
Xolis Xerzan
Zimanê Resen:
Farisî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Farisî/Kurdî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2013
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
32
ISBN:
9786054497812
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Masiyê reş î biçûk, pirtûkeke zarokan e ku ji alê nivîskarê Îranî Semed Behrengî ve hatiye nivisandin. Çîrok wekî ji sernavê wê jî diyar e qala masiyekî dike ku ligel diya xwe di rûbarekî de dijî lê rojekî ji bo dawiya rûbarê û li dinyayê çi heye çi tuneye bibîne terka dayik û jîngeha xwe dike. Masiyê reş î biçûk hê gava ya di dilê wî de ye eşkere dike tûşî êrîşên masiyên din ên li hawirdor tê. Ji ber ku ji yên din cuda ye û şik û gumanên xwe ji bo bîr û baweriyên wan ên bêbingeh tîne ziman.

Bi wî awayî masiyê reş dest bi rêwîtiyekî dike ku mijara hemû pirtûkê ye û li ser vê rêya xwe laqayî gelek hebûn, rawir, û bûyeran tê: Têjikên beqan, ku ji wan tirê dinya tenê ew gol e ku tê de dijîn, henekên xwe masîyê reş dikin çima ku dibêje dinya ji wê golê gelek mezintir e, kêvjala ku nêçîra beqan dike û dixwaze masiyê reş jî bixapîne, gumgumoka alîkar ku xencereke ji giyayê çêkirî dide masiyê biçûk, hin teyrên dirinde û tirsnak ku nêçîra masiyan dikin û hwd. Çawa ku masîyê biçûk rêwîtiya xwe didomîne rûbara ku tê de ye mezin û fireh dibe û dibe çem, ew çem jî digihe deryayê.

Her ku ji mala xwe dûr dibe talûkeyên dinayayê jî zêde dibin û dibe nêçîra gelek lawiran lê ew dev ji rêwîtiya xwe bernade.

Ji alê gelekan ve ev pirtûk weka alegorîyeke sîyasî tê nirxandin û beriya şoreşa Îranê ya di sala 1979’an de ji alê şah ve hatibû qedexe kirin. Masiyê reş î biçûk ew kesan sembolîze dike ku çiqas xeternak be jî ji ya xwe nayên xwarê û didin pey xewn û xeyalên xwe. Li hemberî wî masiyên din hene ku tiştê ji wan re tê gotin weka rastîyekî qebûl dikin û newêrin ji nav sînorên xwe derkevin. Gava keravî masiyê reş î biçûk û hinek masiyên din bi nikûlê xwe zevt dike soza azadiyê dide masiyên din eger ku ew masiyê reş î biçûk bikujin. Lê masiyê reş nîşanî wan dide ku nabe yek baweriya xwe bi soza sitemkarekî bîne, û rizgarî û azadî ancax bi hev re bin û li ba hev tê bikoşin pêkan e, ne ku êrîşî hev bikin. Masiyê reş î biçûk hem bi wêrekiya xwe hem jî bi hiş û aqilê xwe dibe mînak, hem ji bo masiyên din hem jî ji bo hemû xwandekarên pirtûkê, çi biçûk çi mezin bin.

Di dawiya pirtûkê de çawa ku masiyê reş î biçûk digihîje armanca xwe û heta deryayê jî dibîne, meriv jî tê wê encamê ku keys çiqas nexweş be jî hertim rêyek heye ji bo felatê, û yek bawer bike her xewn û xeyal pêkan e.


Wergêr

Xolis Xerzan

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply