Navê Resen : Ortadoğu’da Devlet Terörü |
| Navê Kurdî: Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê |
| Nivîskar: Ismail Beşikçi |
| Wergêr: Janya Acar |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: IBV |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2016 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 126 |
| ISBN: 9786059073271 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Metna ku hûn ê bixwînin, wexta ku ji ber pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê Teza Dîroka Tirk, Teorîya Zimanê Rojê û Pirsgirêka Kurd, sê sal cezeyê hefsê dikişîne û wexta ku di girtîgeha Adapazarîyê de ye jî, nameyeke ku biryara UNESCO’ye rexne dike, dinivîsîne. Name bi xebat, pêşnûma û nameyên din yên taybet ji hêla rêveberîya girtîgehê ve hatine bidestxistin û ji ber nameya ku di nav van de hatîye bidestxistin, nameyeke ku ji serokê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê re hatîye nîvîsandin, 10 sal cezayê hefsê lê hatîye birrîn.
Metn; ji ber ku UNESCO sala 1981’ê weke “sala Atatürk” kebûl dike, rexne dike. ‘UNESCO’yê ev biryar li gorî kîjan rastîyan qebûl kirîye’ nîqaş dike. Di heman salê de, generalên zorker bi darbeya leşkerî derbeya leşkerî kirin û dîktatorîyeke tund dan meşandin. Ji ber vê yekê jî sala “Atatürk“ bi heyteholeke mezin pîroz kirin. Atatürkê ku neteweya Ermenan li derveyê dîrokê hişt, gelê Rûm heya bi heya mahkûmê bê niştimanîyê kir û raste rast daxilî perçebûna Kurdistanê bûye, ji temamê van sûcan hate pakkirin û careke din weke “zilamekî dewletê yê demokrat ji gelê cîhanê re” hate pêşkeş kirin. Nave Atatürk ji kêleka navên Dehaq, Îvanê Erjeng, Hîtler û Mussolînî rakirin û li kêleka zilamên dewletê yên hemdem bicihkirin. UNESCO jî, bi tevlêbûna xwe ji derewên bîrdozîya dewleta Tirk re bû rûpoşek. Çepên Tirk dîsa di nav vê hesabdîtina dîrokî de tune bûn. Bêyî ku çep, bi dîrokê re hesab bibînin û bi ser kevin, bi zanebûneke ku wê li der û dora Tirkîyeyê civakek demokratîk çênebe, bi teorîyeke razber zimanbazî kirin; “demokrasî” an jî hinekî din penceşêra di mejîyê xwe de mezin kirin û hinekî din bûn kemalîst. Di vê metna ku hûnê bixwînin de, helwesta biîstîqrar hew ji Îsmaîl Beşîkcî hat.
Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


