Kurd û Ereb



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Kurd û Ereb
Nivîskar:
Îbrahim Ehmed
Wergêr:
Yasîn Hisên
Zimanê Resen:
Erebî
Zimanê Jêder:
Erebî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2024
Cihê Çapê:
Rûpel:
72
ISBN:
9786256626065
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Îbrahîm Ehmed, kesayetîyeke navdar û girîng e di dîroka Kurd û Kurdistanê a sedsala 20’an de. Ligel kesayetîya sîyasetmedarbûna wî, ew wekî rewşenbîr û wêjekar jî tê nasîn. Her Kurdekî xwenas ji heyîn û girîngîya Îbrahîm Ehmed hayedar e. Kurteberhema, Kurd û Ereb di sala 1937’an de bi navê El-Ekrad we’l-Ereb, bi Erebî, li Bexdayê hatîye belavkirin. Di vê berhemê de mirov dibine kû Îbrahîm Ehmed xwedî pêşbînîyên berfireh, şîroveyên balkêş e, di heman katê de sosyolojîya civakên Rojhilata Navîn baş dizane. Îbrahîm Ehmed di berhema Kurd û Ereb de bi mînakên dîrokî her du neteweyan dinirxîne û balê dikşîne cîrantî, xêrxwazî û hevalbendîya Ereban û Kurdan. Di berhemê de serhildanên Kurdan ên li Tirkîyeyê jî tên nirxandin. Kurd û Ereb, ji pênûsa rewşenbîrekî wekî belgenameyeke di derbarê demên dawîn ên dewleta Osmanî, kiryarên Îtîhad û Terakîyê û dîroka serxwebûnxwazîya serhildanên Kurdan jî dikare were xwendin. Îbrahîm Ehmed, di vê berhemê de, berevajîyê nêrîn, pêşdaraz û qebûlên heyî ên li ser têkilîyên Kurd û Ereb, ku li ser heman parzemînê dijîn berê me dide pencereyeke dîtir.


Wergêr

Yasîn Hisên

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply