Navê Resen : |
Navê Kurdî: Donzdeh Siwariyên Merîwanê |
Nivîskar: Ferhad Pîrbal |
Wergêr: Çetoyê Zêdo |
Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2014 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 96 |
ISBN: 978-605-9082 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ebû ‘Ubeydeyî Xeddam, bi eslê xwe Siûdî, Serokê Rêxistineke Mafê Jinan Li Dubey, di heman demê li bajarê Şarîqa xwedî kovareke jinên Welatên Kendav; tevî şeş hevalên xwe, heft kesan bi hev re heman xewn dîtibûn…
Xeddam û şeş hevalên wî, bêyî ku bi hevdû zanibin heman xewn dîtine, her yekî ji ê din re qala vê xewnê kiribû. Qala vêya jî kiribûn ku çawa hemûyan heman keçika diranzirav, çavkesk, pormedûsayî; ku tu keçek bi bedewiya xwe qet nikare nêzî wê bibe dîtibûn.
Ferhad, jinbaz, cinsîst hetta rasîstekî kurd e û sond xwariye ku ji xeynî jinên tirk, fars û bi taybetî ereb têkilî jinên qewmekî din nebe.
“Min xwe bi xwe got: Hemû bajarên mezin ên rojava bi bazirganiya qahpikên rojhilat, hemû paytextên rojhilat jî bi bazirganiya qahpikên rojava binyata xwe damezirandine.”
Lê dawî kes ji tariya şevên Moskow ên sar lê tije şadî, bêxewî, alkol, huner û nîqaşên felsefî xilas nabe, lîstika Ferhad a jiyanê li ber wî jî xefkan vedide.
WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…
Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)
GOTINEK Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka…