Mişk û Mirov



Navê Resen :
Of Mice and Men
Navê Kurdî:
Mişk û Mirov
Nivîskar:
John Steinbeck
Wergêr:
Xalîs Xerzan
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
112
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Sala 1929’an, dema ku li Emerîkayê borsayê top avêt û Hilweşana Mezin a Aborî (Great Depression) rû da, çawa ku hem li Emerîkayê, hem jî li cîhanê hevsengiyên dewlemendiyê li bin guhê hev ketin, karesatên mezin jî li jiyanên ‘mirovên biçûk’ qewimîn.

Wan salan, li parêzgeha Californiayê ya Emerîkayê, du mirovên bi navê George Milton û Lennie Small, di nava wan şert û mercên dijwar de, ji bo ku xewn û xeyala xwe ya kirrîna pirtikek erd bi cî bînin û derkevin firêqetiyê, lewma jî wan divê hinek pere qezenc bikin, çewlik bi çewlik digerin û dawiyê, riya wan bi çewlikekê dikeve, ku li Geliyê Salinasê, li nêzîkî Soledada Californiayê ye. George yekî hûrik, jîr û kone ye, lê berevajî wî, hevalê wî yê sêwî û bê kes û kûs, Lennie, ku yekî terrikî û xurt e, lê piçekî hişsivik û dînikî ye û timî derdeseriya George e, ji mistdana mişkan, kêvrîşkan û her tiştekî nerm hez dike, lewma jî, her cara ku zindiyekî mist dide, wî dikuje. Her du hevalên li pey xewn û xeyala xwe û nanê xwe, dema ku Lennie di vê çewlika nû de bûka xwediyê çewlikê dikuje, esas vê carê li tehta mezin rast tên…

Mişk û Mirov. Novela nivîskarê Emerîkan ê mezin, John Steinbeck (wergirê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 1962’yan), ku Steinbeck xwe spartiye ezmûnên xwe û nivîsandiye. Çîroka George û Lennie. Çîroka du belengazên ku li pey xewn û xeyala xwe diçin. Çîroka hevaltiyeke diltezîn. Klasîkeke berra, ku ji hingî ku weşiyaye, bûye yek ji deqên wêjeyî yên ku herî pirr têne gotûbêjkirin. Çîrokeke ku wê xwendevan çu carî nikaribe ji bîr bike. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Xalis Xerzan.


Wergêr

Xalîs Xerzan

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply