Manîfestoya Partîya Komunîst



Navê Resen :
Manifesto of Comunist Party
Navê Kurdî:
Manîfestoya Partîya Komunîst
Nivîskar:
Karl Marx, Friedrich Engels
Wergêr:
Tonguç Ok
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Evrensel
Çap:
1
Sala Çapê:
2011
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
56
ISBN:
9786054156627
Kirîn:
pirtuka kurdi

Rave


Xeyaletek li Ewropayê digere: Xeyaleta Komunîzmê. Hemû desthilatdarên Ewropaya kevn -Papa û Çar, Metternîck û Guîzat, Radîkalên Fransiz û sîxurên polîsên Alman- di navbera xwe de tifaqeke pîroz çêkirin, da ku vê spêleyê biqewitînin.

Ma partiyeke muxalîf heye ku ji aliyê dijberên xwe yên desthilatdar ve wekî komunîst nehatibe tawanbar kirin? Û partiyeke muxalîf heye ku wê mora komunîstiyê hem ji partiyên dijber ên ji xwe zêdetir pêşketî re hem jî ji neyarên xwe yên paşverû re bi berepaş ve nepekandibe?

Ji vê rastiyê du encam derdikevin holê:
1. Komunîzm ji niha ve ji aliyê hemû desthiladarên Ewropayê ve wekî hêzekê tê pejirandin.

2. Êdî wextê wê yekê ye ku divê komunîst dîtin, raman, armanc û dilxweziyên xwe li ber hemû cîhanê bi awayekî aşkere biweşînin bi manîfestoyeke partiya xwe bersiva vê çîroka spêleya Komunîzmê bidin.


Wergêr<br>
Wergêr

Tonguç Ok

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply