Li Ber Sikratê



Navê Resen :
As I lay dying
Navê Kurdî:
Li Ber Sikratê
Nivîskar:
William Faulker
Wergêr:
Ciwanmerd Kulek
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2012
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
232
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Berhemeke din a ji rêza wêjeya cîhanê ku Weşanxaneya Lîsê bi pêdagirî didomîne romaneke bijare ye, ji William Faulknerî. Evê romana neqane ya nivîskarê şareza û naskirî cara pêşî di 1930’yî de çap bûye. Roman behsa erdnîgariya sereke ya William Faulknerî, ji Başûrê Emerîkayê, jiyana gundewar û bi qalmeqalma mirovên wê yên ji rêzê dike û reng vedide. Li dora babeta dayikeke li ber mirinê û piştî mirina dayikê, li ser wesyeta wê ku termê wê dibin li navçeya wê ya eslî ku veşêrin û di rê de bi barana ku tê û ava çêm radike re pira li ser çêm dirûxe, şepirzetiya di rêwîtiya xwe de dikişînin, nakokî, dilzîzî, sosret, evîna nihênî û encama nedilkirî, kawikî, neçarî, xembarî û derdên têvel ên malbata Bundrenan di romanê de bi sadetî û reseniya zimanekî heremî, monologên hundirîn ên ji devê kesê yekem, hatine vegotin. Di romana ku ji serî heya dawî ji pêncî û neh beşan pêk tê û panzdeh kesayet carê dorê digirin û vedibêjin, şêwe û dîdeyeke tiraneyî digel karesatên mirovî tên. Rêbaza vegotinê ya Faulknerî di vê romana wî de jî bi cihêtiya perspektîfê têkeliya bergehê raber dike û bi herka hişmendiyê binhişa kesayetan kişif dike. Bêguman e ku rêbazên Faulknerî yên ezmûngeriya vegotinê palpişteke xurt dane ber pêla modernîzmê û ew kiriye yek ji kesên herî xuyanî, di wêjeya Emerîkî de ku bi vê jî nemaye, digel rêbazên xwe yên vegotinê, bi raguheztina jiyan, giyan û kes û mlbatên heremekê li nav metnê bûye rênîşandêr ji gelek nivîskarên di pey xwe re ku ew jî bûne deng û neynika herem, welat an parzemîna xwe.

William Faulknerê ku cihwar û kesayetên li herema ku zarokatiya xwe lê jiya, Oxford- Missisipiyê, ên paşê bibûna mijara roman û çîrokên wî û bihiştana ku navçeyeke xeyalî, Yoknapatawpha Countyê, dirust bike ku piraniya roman û çîrokên wî lê derbas dibin, di 1897’an de hat rû dinê. Faulknerî di Şerê Yekem ê Cîhanî de ji ber kinikiya bejna xwe nekarî tev li Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bibe, lewma ket nav refên artêşa Brîtanî. Demekê li Zanîngeha Missisipiyê xwend û paşê karên cûrbicûr ên wek rojnamevanî, karmendiya kitêbxaneyê û senarîstîyê kir. Faulknerê ku pirrê çîrok û romanên xwe li maleke çewlikê a li Oxfordê nivîsand û digel hin ger û geştên wî ên ji deverinî dîtir re jî, tu carê ji cih û warê bav û kalên xwe, herema Başûr, dûr nema û nejiya. Meyl û baldariya wî ya ji bo dîroka malbata wî, ji bo herema Başûr ji xortaniya wî de dest pê kir bandorek li ser têgihiştin û mîzaha wî kir. Di roman û çîrokên xwe de bi giyan û cesteke çist û çalak kesayetên Başûrî, ketin, kêmkirin û kumuşîna Başûr, kesayetên Başûrî xêz kir û wênand. Sûd ji azmûngeriyên Joyceî wergirt û di lêkirina binemayên civakî ên metnên xwe, taybetmendiyên zimên ên raberkirina rewşa derûnî û binhişî, ragihandina nakokiyên takekesî û civakî de heya dawî bi kar anî. Dema di sala 1949’an de , “ ji bo beşdariya bihêz û ji hêla hunerî de yekta ya li romana modern ya Emerîkî” bi Xelata Nobelê ya Edebiyatê hat perûkirin, hînê pêncî û du salî bû. Faulknerê ku di 1962’yan de malavayî li dinyayê kir û xatirê xwe xwest, li Oxfordê, li nik malbata xwe hat veşartin. Faulknerê digel Xelata Nobelê du xelatên Politzerî jî ji bo romanên xwe kar kirin, ji bilî Li Ber Sikratê, bi van romanên xwe yên heja jî tê naskirin û hezkirin : Sound and Fury ( 1929), Sanctuary ( 1931 ), Light in August ( 1932 ), Absalom, Absalom ! ( 1936 ), Intruder in The Dust ( 1948 ), The Hamlet ( 1940 ), The Town ( 1947 ), The Mansion ( 1957 ), The Reivers ( 1962).

Weşanxaneya Lîsê, ku gelek dilgiran e ji ber ku hînê çendik û çend sernavên mîna yên jorîn nebûne bi Kurdî, bi hêviya ku baştirîn berhemên wêjeyî yên cîhanê bi wergerên çak û tekûz ên Kurdiya şêrîn û nazenîn bigihîne xwendevanan, nerma nerma lê bihêz xebatên xwe didomîne.

Li Ber Sikratêya William Faulkner, bi wergera romannûsê zîrek Ciwanmerd Kulek li ber destê xwendenanên Kurd e.


Wergêr<br>
Wergêr

Ciwanmerd Kulek

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê