Çîrokên Dubliniyan



Navê Resen :
Dublin Stories
Navê Kurdî:
Çîrokên Dubliniyan
Nivîskar:
James Joyce
Wergêr:
Ciwanmerd Kulek
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2013
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
256
ISBN:
9786054497898
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Çîrokên Dubliniyan nimûneyên yekemîn vedihewîne ji berhemdariya James Joyce, ev nivîskar, ku yek ji nivîskarên pêş û sereke ê wêjeya modernîst e, berhemên wî heta îro jî seraqet mijara rexne, şîrove, guftûgo û analîzan in li cîhanê. Çîrokên ku Joyce ji 1904’an ve dest pê kir wan binivîse hem mînak in ji zehmetiyên ku wî di seranserê azmûneya xwe ya nivîskariyê de ligel weşanger û edîtorên wan kişandî, hem jî peyamnêr in ji bo reng, awa û naveroka berhemên wî yên di pey re, ku wekî sehayeke têkoşanê tim û tim pê gîro bû û jiyana xwe di ber de azirand. Reng û dengê van çîrokên Joyce raxistin û raberkirinek e ji hewildan û helwestên wî ên der barê ol, terîq, netew, netewperwerî, ziman û hêmayên din ên ku rastiya Îrlendayê û hiş û bîra wê ya giştî pêk tînin de. Ev berhema ku gaveke yekemîn û xurt a James Joyce di riya ku bibe nivîskarekî mezin ê cîhanî de, ligel nîşe û têbiniyên ku peywend û refaransên di metnê de hîn ron û zelaltir dikin, bi wergerandina Ciwanmerd Kulek ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi şanazî û dilxweşî li pirtûkxaneya Kurdî tê zêdekirin.


Wergêr

Ciwanmerd Kulek

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…