| Navê Resen : Das Kapital |
| Navê Kurdî: Kapîtal Manga |
| Nivîskar: Karl Marx |
| Wergêr: Sami Tan |
| Zimanê Resen: Elmanî |
| Zimanê Jêder: |
| Weşanxane: Yordam Kitap |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2011 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 192 |
| ISBN: 9786055541361 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Manîfestoya Komunîst û xêzeromana Kapîtalê Kapîtal Manga êdî bi kurdî ne!
Pirtûka duyemîn a ku Yordam Kîtapê li kelepora kurdî zêde kiriye jî xêzeromana berhema bingehîn a Karl Marks Kapîtal Manga ye. Kapîtal Manga cara pêşîn di sala 2008’an de li Japonyayê hatiye weşandin, piştre di sala 2009’an de ji hêla Yordam Kîtapê ve li tirkî hatiye wergerandin. Her wekî li Japonyayê li Tirkiyeyê jî pirtûkê gelekî bal kişandiye ser xwe. Di vê pirtûkê de puxteya Kapîtalê û têgihên bingehîn bi alîkariya çîrokeke ku pêvajoya hilberandinê ya li palûkeya penêr vedibêje, tên pêşkêşkirin. Ji ber ziman û şêwaza xwe, em bawer dikin ku dê ev pirtûk bi kurdî jî gelekî balê bikişîne ser xwe. Di Kapîtal Mangayê de rê û rêbazên kedxwariyê û domana hilberîna kapîtalîst bi zimanekî çîrokî, bi diyalogên balkêş û bi hêza xêzan tên pêşkêşkirin. Ji ber van taybetiyên xwe ev pirtûk dê hem bala kesên ku bi kurdî dizanin, hem jî kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin an jî kurdiya xwe bi pêş bixin were.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


