Jiyan û tekoşîna pêşewa Qazî Muhamed



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Jiyan û tekoşîna pêşewa Qazî Muhamed
Nivîskar:
Seîd Hûmayûn
Wergêr:
Mele Îsmet Çorsênî
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Doz
Çap:
1
Sala Çapê:
2006
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
160
ISBN:
9789756876831
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.
Gelê minê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.
Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku riz
Ev şîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin
  1. Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin
  2. Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
  3. Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.
  4. Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.
  5. Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
  6. Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.
  7. Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.
  8. Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.
  9. Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire

Wergêr<br>
Wergêr

Mele Îsmet Çorsênî

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply