Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Humanîst û Şerwan |
| Nivîskar: David Ben-Gurion |
| Wergêr: Fexrîya Adsay |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2024 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 200 |
| ISBN: 9786258383690 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
“Ev ne kitêba ‘yextiyarekî’ ye ku bi nostaljî li paş xwe dinêre.
Ben-Gurion dema rojên buhurî tîne bîra xwe, bi vê, dema niha û siberojê jî ronî dike.
Gotinên li vir yên şervanekî ne ku di heman demê de pisporê mantiqê, kesekî jîr û fîlozof e jî. Temenê wî yî dirêj, ne ku fehma wî ko kiriye, ew nerm kiriye, vizyoneke fireh û kûrahiyek dayê ku kesekî bi qasî wî tijî an biaqilmendî nejiyabe nikare bi dest bixe.”
Abraham F. Rad
Zarokê ji getoya Polendê, koçberê bo Filistînê, karkerê erdan û pêşeng, rêxistingerê siyasî, dewletmedar, damezrênerê Hêzên Parastina Israîlê û yekemîn fermandarê artêşê, kibbutzger, lêkolîner David Ben-Gurion, di heştê salên xwe de gelek jiyan jiyane. Ji aliyê siyasî yek ji wan kesan e ku şikil dane dîrokê… Bi hebûna xwe mohra xwe li sedsala bîstemîn xist û, bi vê, jiyana gelek kesan guherî. Ben-Gurion ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hişmendiya cihûyan seferber kir û bû mîmarê jinûveçêbûna Israîlê, wek yekemîn serokwezîrê wê rêbertiya welatê xwe kir di wan panzdeh salên kritîk de. Herî zêde para wî heye di parastina dewleta nû li dijî êrişên artêşên heft
welatên ereb, şikildayina saziyên birêvebirinê, avakirina pergala perwerdehiyê û gelek saziyên heyatî yên ji bo jiyana neteweyê. Hewldanên wî pir bibandor bûn di pêşvebirina çandiniyê, avdana derasayî ya axa ziwa ku serbilindiya Israîlê ye û domandina ewlehiya gelê xwe li dijî neyartiya berdewam a cîranên xwe.
Ji xeynî kirinên xwe, Ben-Gurion temama jiyana xwe tenê ji bo doza Israîlê terxan kir û, bi vê, bû sembola têkoşîna berdewam a dabînkirina warekî neteweyî ji bo gelê cihû.
Thomas R. Bransten
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


