Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Firîna bi Baskên Şikestî |
| Nivîskar: Helîm Yûsiv |
| Wergêr: |
| Zimanê Resen: TIRKÎ |
| Zimanê Jêder: TIRKÎ |
| Weşanxane: Peywend |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2019 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 128 |
| ISBN: 9786058072961 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî, rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin, ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e. Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide. Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye dorpêçkirin, li pey şopa evînekê digere. Evîneke wisa ku ne tenê li ber xwe dide û dijî, lê ew mîna şitleke kesk di nav kavilên cîhaneke wêranbûyî de serî hildide. Rihê xwe xistiye kefa destê xwe û ber bi rojeke nû ve dimeş e. Her çendî baskşikestî be, dîsa jî ber bi perê asîmanan ve difire.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


