Ferhenga Têgihên Hiqûqê



Nivîskar:
Kolektif
Navê Ferheng:
Ferhenga Têgihên Hiqûqê
Ziman
Kurdî
Weşanxane:
Weqfa Mezopotamyayê
Çap:
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Rûpel:
224
ISBN:
978-605-80975-4-4
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem, li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin. Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan, li têgihan digerin. Bi vî awayî, kesên ku kurdî kêm dizanin yan jî nizanin jî dikarin ji vê ferhengê sûdê wergirin.

Di vê ferhengê da, tenê têgihên zanista hiqûqê yên sereke hene. Di ferhengê da têgehên şaxên wekî hiqûqa sizayî, hiqûqa medenî, hiqûqa karî, hiqûqa bingehîn, hiqûqa gelemperî, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa kargêrî, hiqûqa bazirganî, hiqûqa îcrayî û herweha têgihên giştî yên hiqûqî cih digirin. Ji bo ku têgih bi hêsanî bihên famkirin, pênaseya wan û herweha hevokek mînak jî hatîye pêşkêşkirin. Di pênaseya têgihan da sûd ji nûtirîn çavkanîyên hiqûqî hatîye girtin. Herweha di pênaseya têgihan da pergalên hiqûqî yên cuda jî li ber çavan hatine girtin.

Edîtor: Mîkaîl Bilbil & Sabîr Ebdulahîzad

Amadekar: Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî,

Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen,

Sezgîn Dînç, Veysel Vesek.


<strong>Nivîskar</strong><br>
Nivîskar

Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen,Sezgîn Dînç, Veysel Vesek.

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply