Nivîskar: M. Nesim Doru |
| Navê Ferheng: Ferhenga Têgehên Felsefî |
| Ziman Kurdî |
| Weşanxane: Lîs Yayınları |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2019 |
| Cihê Çapê: Ankara |
| Rûpel: 182 |
| ISBN: 9786057535597 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Heta niha di qada kurdolojîyê de her çi qas ferhengên cur bi cur hatine amadekirin hebin jî, ferhengek taybetî ser têgehên felsefeyê tune ye. Ev valahî motîvasyona nivîsa vê berhemê ye. Di vê berhemê de xwînerên Kurd wê têgehên felsefî yên herî sereke û bingehîn bibîne. Ji ber ku têgehên felsefî, di damezirandina hizr û ramanê de û pêşvebirina şaristanî û mirovahîyê de pêwîst û girîng in, lazim e ku xwinerên Kurd jî bi zimanê xwe têgehên felsefî hîn bibin. Ji alîyê din ve, têgehên felsefeyê di heman demê de pêvajoya dîroka felsefeyê jî dihewîne. Lewra zanîna têgehên felsefî zanîna dîroka felsefeyê ye û derkandina wan derkandina wê ye.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


