Ewara Perwaneyê



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Ewara Perwaneyê
Nivîskar:
Bextîyar Alî
Wergêr:
Besam Mistefa
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2000
Cihê Çapê:
Rûpel:
304
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike kuPerwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovênoldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe vetên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn ûdinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanêji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijîne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. … Yek ji wechênromanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehengaromanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê,Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixenav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekêdişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştinli hewayê pinpinîk difirin.
Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastîgelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçepirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanekhêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tukes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr ûçiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyêyên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.
…Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peydadikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke biberf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne.
Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku jialiyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun,Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bêntarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokîû siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteyaKurdistanê ve girêdayî ye.


Wergêr<br>
Wergêr

Besam Mistefa

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply