| Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Dîroka Erdelanê |
| Nivîskar: Mestûre Kurdistanî |
| Wergêr: Sabir Ebdulahîzad |
| Zimanê Resen: |
| Zimanê Jêder: |
| Weşanxane: Sitav |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2020 |
| Cihê Çapê: Wan |
| Rûpel: 188 |
| ISBN: 9786057920805 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Pirtûka Dîroka Erdelanê ya yekem jineke dîroknas a kurd e. Ev pirtûk, yek ji wan pirtûkan e ku di qada xwe da hêja û bêhempa ye. Pirtûk bi zimanekî rewan û dilrevîn hatîye nivîsandin. Ev berhema pênûs û xîreta jinekê ye ku di destpêka sedsala 19’an de jîyaye. Di wê serdemê de ne pêkan bû ku jinek bikaribe di qada perwerdeyê de cih bigire. Nemaze di civaka îslamê de hebûna jineke mîna Mestûreyê zana tiştekî pir girîng e. Ku mirov bi wî awayî jî bala xwe bide wan rastîyan, dê bi hêsanî bi girîngî û nirxê vê berhema taybet bihese.
Mestûre Kurdistanî, nivîskara diltenik û helbestvana nazikhest wekû yekem jina dîroknas a kurd karîye bi pênûsa xwe ya bihêz kelênên tarî yên dîroka hefsed salî ya desthilatdarîya Mîrgeha Erdelanê ronahî bike. Herçiqas ku heya îro gelek berhem têkildarî dîroka Erdelanê hatine nivîsandin, lê belê pirtûka “Dîroka Erdelanê ji hêla kevnarî, kesayetîya nivîskar û têkilîya wê û malbata Erdelanan ji hemû pirtûkên din balkêştir e.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


