Dîrok



Navê Resen :
Ἡρόδοτος
Navê Kurdî:
Dirok
Nivîskar:
Herodotos
Wergêr:
Zîya Avcı
Zimanê Resen:
Yûnanî
Zimanê Jêder:
Soranî
Weşanxane:
AZAD
Çap:
Sala Çapê:
Cihê Çapê:
Rûpel:
628
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ev pirtûk derdora du hezar û pêncsed sal berî niha ji alîyê Herodotosê Karyayî ve hatîye nivîsandin û cara ewil e wergera wê ya Kurdî-Kurmancî tê çapkirin. Hin rexneyên biçûk hebin jî, ev berhemeke bêhempa ye. Herodotos li gelek welat û bajarên cîhanê geryaye, gelek tişt, cih û war dîtine, li gelek kesan guhdar kirîye û tevde li ber me raxistine. Ew ji Anatolyayê heta Rojhilata Nêzîk, ji Misirê heta Hîndîstanê, ji Bakurê Afrîkayê heta Efxenistanê, ji serî heta dawîyê li welatê Med û Farisan hemû agahiyên kevn û nû berhev dike û kevneşopî, bazirganî, siyaset, erdnîgarî û çanda wê tomar dike. Li gor şertê wê heyamê ev serkeftinên mezin in.
Pirtûk herî zêde behsa pêşîyên Kurdan, welatê wan û derdorê dike, di pirtûkê de beşên bi serê xwe yê di derbarê Medan de hene, Med bav û kalen Kurdan in. Em karin bêjin ku ji bilî nivîsên mîxî û yê ser keviran, çavkanîya herî kevn ya nivîskî ya dîroka bapîrên Kurdan û derdora wan ev pirtûk e. Heke ev xebat di dest me de tuneba, di fêmkirina dîrok û sosyolojîya wan deman de em ê gelekî qels bimana. Xebata Herodotos ji neh pirtûkan pêk tê, di hin çavkanîyan de derbas dibe ku di sedsala duyemîn ya B. Z. de, zanayên Îskenderîye xebat kirine neh pirtûk û navê neh perîyên îlhamê li wan kirine. Di dinyayê de yek ji pirtûka herî navdar e, wergerî gelek zimanan bûye, ji gelek berheman re bûye bingeh…


Wergêr

Zîya avci

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…