Navê Resen : Bir Gemide |
| Navê Kurdî: Di Keştîyekê De |
| Nivîskar: Ferît Edgû |
| Wergêr: Brahîm Ronîzer |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2020 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 112 |
| ISBN: 9786057535573 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e?
Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye.
“Bi pîr û ciwanên xwe em tev di rewşekê de ne. Em li ser vê keştîyê ne. Em li ser keştîyekê ne ku navê wê di kûrahîya bîra me de winda ye. Hema navê wê were bîra me çi ye qey? Ne em zanin diçin kû, ne jî çima diçin. Em dixwin, vedixwin, radizin.”
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


