Deryas û Laş



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Deryas û Laş
Nivîskar:
Bextiyar Elî
Wergêr:
Payîz Mîlan
Zimanê Resen:
Soranî
Zimanê Jêder:
Soranî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2024
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
248
ISBN:
9786258383737
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


“Tu li vir ji kê bipirsî, tu exlaqê bilind dixwazî an azadiyê? Dê bibêje, exlaqê bilind. Tu kê bibînî û jê bipirsî  tu amade yî ji bo azadiya xwişka xwe bimirî? Dê bibeje na! Lê eger bipirsî tu amade yî ji bo parastina exlaq û namûsa xwişk, jin û neteweya xwe bimirî, tu dê bibînî hemû ji bo mirinê amade ne û serê hev dişkînin.”

Çîroka Rojhilat e ev. Bextiyar Elî di vê romanê de berê xwe daye vê çîrokê. Çîroka vê derê ku gel korê xwe ye. Korê halxweşî, dilgeşî, azadî û serxwebûna xwe ye. Mîna Îlyasê berber ku ‘ji her kesî zêdetir li ber awêne û neynikê rawestiyaye lê ji hemûyan kêmtir xwe dîtiye.’ Gel ji xwe bawer nake, ji hertiştî bi guman e, hertim xwe piçûk dibîne, dixwaze pûtan bişikîne lê pûtekî din ji xwe re çêdike. Gel ji rastiya xwe dûr e, li efsaneyekê digere, ti bîr û bawerî bo wî ne girîng e. Rizgariya xwe di destê rêberekî, serokeşîrekî an fermandarekî payebilind de dibîne bo îbadetê jê re bike. Şer, pevçûn, dizî, gendelî ne di bala vî gelî de ye. Her karî bi korayî dike û belkî jî ev korayî ye sedema bindestiyê. Welatekî wisa ku di dawiyê de karê dîroknasan tenê jimartina cenazeyan e.

Herwiha “Deryas û Laş” hinekî siyaset, hinekî dîrok, hinekî şoreş e bi vegotineke îronîk. Vegotina Rojhilat ku azadî, huner, afirînêrî û hevkarî lê têk çûye û durûtiyê xwe lê daniye.


Wergêr

Payîz Mîlan

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…