Navê Resen : Hakkari’de Bir Mevsim |
Navê Kurdî: Demsalek Li Hekariyê |
Nivîskar: Ferit Edgu |
Wergêr: Brahîm Ronîzer |
Zimanê Resen: Tirkî |
Zimanê Jêder: Tirkî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2020 |
Cihê Çapê: Enqere |
Rûpel: 232 |
ISBN: 9786057535580 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ferit Edgü, nivîsandinê wekî armanceke heyînîyê dibîne. Vê heyînê bi afirandina hişê takekesî, bi afirandina şêwazekî nû, sade û zelalkirina zimanekî nû yê giyanî pêk tîne. Di dema ku civakparêzî serdest bû wî takekesîtî bijart, ew stewand. Bi ya wî tenê takekes dikarîbû azad bifikire, xwe biafirîne, dijber be, ji kerî veqete, û bike ku yên din jî dijberîyê bikin, li dijî nehaqîyan, fikirîna giştî, dogmayan. Qonaxên nivîskarîya wî bi çûyîna Parîsê û mayîna wî ya li Hekarîyê distewin. Bi gotina wî azmûna wî ya nivîskarîyê dibe du beş; berî Hekarîyê û piştî Hekarîyê.
Li Hekarîyê çi hebû, çi bû ku ew qasî guherîn têde çêkir? Li wir çi dît, çilo dît, bi çavê kê dît?
Di Demsalek Li Hekarîyê de, di navbera mirovekî avî û yekî bejî de li zimanekî hevpar gerîya. Ne zimanekî ku ji peyvan pêk tê, yekî ku ji hevparîya ruhekî pêk te:
Ji ber ku zimanekî hevpar divê ji fêmkirinê re.
Zimanê hevpar jî,
Jîyana hevpar / zanîna hevpar / serbûrîya hevpar /
carinan xeyalên hevpar, rabûn û ketinên hevpar e.
Ne hevpar jî be, dişibe hev / nêzî hev / fenanî hev.
Lê heye tu bêjî, Ez li tiştên ji min re nenas digerim.
De naxwe rêya te vekirî be.
Li wir, li Hekarîyê, di romana Hekarîyê de ne rastîyeke teqez(mutleq), rastîyeke rastî –her çi qas ji rastîyên wir xwaribe û vexwaribe jî- darîçav dike. Rastîyeke hunerî ya hûnandî şanî me dide. Li wir têdigihe(bi me jî dide gihandin) ku mantiqekî dîtir dişixule. Li wê devera dûrî her deverê, li serê wî çiyayê bilind û xalî, li Pîrkanîsa çardehmalî, wê devera sar û sermayî, bê derfet, bê rê, tenêhiştî, tenêmayî, li ber rehma Xwedê û dewletê. Li wir gava li xwe digerîya bi ser yên din ve bû, û di dawîyê de xwe nasî, wekî nivîskarekî ji nû ve za.
Terkeserekî ji ber behrê pekîyayî serê çiyayekî, bajarokekî kevîya dinyayê, hew dibîne li dinyayeke dîtir e, tenê ye, di nav bîyanîyan de bîyanîyek e. Li wê derê bi xwe re, bi xwezayeke cihê û dijwar re, bi mirovên cihêwaz re rû bi rû dimîne. Terkeserê rewşenbîr hino hino dibe şahidê zor û zehmetî, pûçîtî, cihêtî, û neçarîya jîyana wir, dibe şahidê zordarîya adet û yasayên wir. Jê tê xwestin ji zarokaê wan re bibe mamoste, ji nexweşên wan re bibe nojdar. Ew, ji neçarî dipejirîne, dikeve nav hewldaneke kêmhêz. Ji xwe re, ji wan re, ji zarokên wan re li çareya neçarîyê, li çareya tenêmana xwe, tenêtîya wan digere. Bi ponijîn, bi xewn û xeyalan, bi hewldana nivîsandinê, bi lêgerîna maneya hebûn û nebûnê tenêtîya xwe piçekê sivik dike, lê ya wan… ew hînî neçarîyê bûne, olana dengê wan li gundikê wan diqutife.
Axir, bi zimanekî kurt, xweş, lihevhatî, kemilî, tîr, ji me re helbestekê, ceribandinekê, çîrokekê û herweha romanekê dibêje û dibilîne ku dengvedana wî ji kengî ve ye berdewam e.
WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…
Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)
GOTINEK Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka…