Dayîk


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Dayîk
Nivîskar:
Karel Çapek
Wergêr:
Zagros Haco
Zimanê Resen:
 Çekî
Zimanê Jêder:
 Çekî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
116
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Dayîk jineke malê ye. Erkên jîyana xwe yên herî bilind di bixwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe de û di hezkirina wan û ya mêrê xwe de dibîne. Serê xwe bi sîyaset û ramanên civakî yên mezin naêşêne. Lê qeder wan şîrînên li ber dilê wê yek bi yek bi şêweyekî dramatîk dispêre axa sar. Kurê wê yê nûgihayî wekî tayekî rihanê bi tenê ji dayîka xwe re dimîne. Li welêt şerekî çînî diqewime. Bi ser de jî dijmin dikevin xaka welêt û çavên xwe berdidin xêr û bêrên wê. Dayîk ji bo parastina mêrê xwe û zarokên xwe heta nefesa dawî li dijî şer û cengan e. Hestên dayîka dêya zarokan û hestên dayîka ku bobelata welatê xwe dibîne di vê şanoyê de derbas dibin. Kîjan hest bi ser dikevin? Divê şano tev were xwendin, da ku mirov şerê gîyanî, ê di nava hinavê dayîkê de dikele, bibîne û nas bike, ka dayîk çi biryarê digire.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Zagros Haco

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply