Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Çîrokên Semedê Bêhrengî 2 |
| Nivîskar: Semedê Bêhrengî |
| Wergêr: Rıdwan Yıldız |
| Zimanê Resen: Farisî |
| Zimanê Jêder: ? |
| Weşanxane: Hîvda |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2022 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 175 |
| ISBN: 978-605-74201-7-6 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Di nivîsên Bêhrengî de;
Ûldûza Biçûk û Koma Qijikan di çavê keçikeke biçûk de dinyaya zarok û ajelan nîşanê me dide. Ûldûza Biçûk nîşanê me dide ku her çiqas em fehm nekin jî ziman û xeberdana ajelan jî heye û divê li ajelan zilm neyê kirin…
Ûldûza Biçûk û Pitika Axêver dinyaya zarokan dide ber çavan ku dinyaya wan çiqas nazik e û divê em jî li gorî vê naziktiyê tevbigerin. Ûldûz Xanim bi alîkariya hevalên xwe dixwaze bibêje; ronahî çiqas hindik be jî dîsa jî ronahî ye…
Di destana Keçelê Kevokçî de rasterast nebe jî em laqê teoriyên Karl Marks tên. Lewre weku Marks gotî divê hemû kedkar destên hev bigirin, mamoste Bêhrengî jî di vê çîroka xwe ya delal de li ser keda karkeran disekine û şer û pevçûnên di nava çîna serdest û bindest de bi awayekî fantastîk dide ber çavan…
Koroxlî û Hemzeyê Keçel yek ji hêjatirîn çîroka mamoste Bêhrengî ye. Navê Koroxlî ê rasteqîn Rûşen e, piştî ku çavê bavê wî ji hêla serwerê bajêr ve tê derxistin, navê Koroxlî li xwe datîne û li hemberî zilm û zordariya serok û serwerên zalim têdikoşe. Di vê têkoşîna wî de gelek dost û hevalên wî çêdibin û çiyayê Çamlibelê dibe warê wan ê azad. Motîfa Hemzeyê Keçel jî ji wan kesan e ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî aliyê zaliman dikin û di dawiyê de têk diçin…
Di çîroka Li Pey Şopa Felekê de nivîskar dixwaze bi me nîşan bide ku mirov dikare qedera xwe biguherîne û ya ku ji mirov re dimîne ji bilî keda wî pê ve tiştek nîne û aqilê şîrîn careke din dide ber çavan…
Pîrê û Çûçika Zêrîn me ji aliyê Bekoyên Ewanan ve hişyar dike da ku em bi Bekoyan neîne xapandin…
Çîroka Bizina Rûspî hêjabûna aqilê mirov dide ber çavan ku wekî pêşiyên me gotine: Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne…
Di Gur û Pez de nivîskar careke din li ser aqilê şîrîn disekine.
Belê zarokên delal û mezinên birêz;
Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…



