Çîrokên Semedê Bêhrengî 1



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Çîrokên Semedê Bêhrengî 1
Nivîskar:
Semedê Bêhrengî
Wergêr:
Rıdwan Yıldız
Zimanê Resen:
Farisî
Zimanê Jêder:
?
Weşanxane:
Hîvda
Çap:
1
Sala Çapê:
2022
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
175
ISBN:
978-605-74201-7-6
Kirîn:
PIRTUKA KURDI
Ev berhem bi piştgirîya HEZKURD û însîyatîfa Mamosteyên Kurdî hatiye amede kirin.

Rave


Di nivîsên Bêhrengî de;

Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke; azadî, meraq, xwesazkirin û serfirazî ne. Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk.

Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e. Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe. Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve…

Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide. Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e…

Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarê de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes, kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin. Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe.

Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye, nîşanê xwediyê dilan dide…

Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin. Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan…

Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne.

Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin…

Belê zarokên delal û mezinên birêz;

Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma  edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.


Wergêr<br>
Wergêr

Rıdwan Yıldız

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…