Çewlika Heywanan



Navê Resen :
Animal Farm
Navê Kurdî:
Çewlika Heywanan
Nivîskar:
George Orwell
Wergêr:
Salih Agir Qoserî
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2015
Cihê Çapê:
Dîyarbekir
Rûpel:
120
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Romana ku ji alîyê Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin bo zimanê Kurdî, heyama Stalîn û rewşa Yekîtîya Soveyetan a berî Şerê Cîhanê yê Duyem radixe ber çavan û sembolîze dike bi rêya rûkirina kesayetîyan di dirûvê ajelan de.
Kovara Timesê ev roman wekî yek ji sed romanên Îngilîzî yên herî baş ku ji sala 1923’yan ta sala 2005’an hatine weşandin, bijartiye. Vê romanê sala 1996’an xelata Hugoyê piştî mirina Orwell standiye û hatiye parastin di nav Pirtûkên Gewre yên Cîhana Rojavayî (Great Books of the Western World) de. Li kêleka vê yekê, ew hatiye wergerandin bo gelek zimanên cîhanê û bandoreke mezin li paş xwe hêlaye. Roman bûye mijara du fîlaman û bandor li hin muzîkjenên Ewropayê jî kiriye.
George Orwell ê ku sosyalîstekî demokrat bû û bo çend salan endamê Partîya Karkerên Serbixwe ya Îngilîz bû, di vê romana xwe ya nîgaşî de wekî ku ew wê bi nav dike, bi rengekî eşkere û tund êrîşî stalînîzmê dike û ew bi xwe di nameyeke xwe de dibêje ku ev roman “contre Stalin” e, an ku “dijî Stalîn” e.
Romana ku yek ji romanên herî girîng e di nav romanên Îngilîzî yên rexneya sîyasî de, ji me re dide xuyakirin bê çawa şoreşeke ji bo dadmendîya civakî dikare bê pûçkirin û valakirin heger bê sexbêr û sermîyan bimîne!


Wergêr

Salih Agir Qoserî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply