Rave
Ev pirtûka di destê we de ye wekî Jiyana Min Ya Hunerî ya Stanislavski û Aktorek Xwe Amade Dike, wekî huner li ser lîstikvaniyê û li ser hunerê disekine ku di çavê wî de ev îfadebûna herî giring ya xwezaya mirov e. Ji ber ku di her keysa didît de vedigeriya ser lêkolîna xwezaya mirov, bingeha taybetmendiya rêbaza ‘pergala’ Stanislavski ava dikir ku her diçû belav dibû. Ev bingeha hemû teoriyên Stanislavki ye; sedema ku di her versiyonê de guhertinên biçûk tê de dibin ew e ku derhener her cara ku berê xwe dide mirovan û lêkolînekê li ser wan dike teqez tişteke nû ji wan hîn dibe. Bi rastî wî bi xwe jî, di vê cildê de di der heqê rêbaza xwe de wisa nivîsandiye: Pergal, ne ew tişta ku her dema were aqile we hûn wekî kinceke amadeye derbasî ser pista xwe bikin û derkevin ser dikê an jî ne pirtûka xwarinê ye ku ji bo çêkirina xwarinekê dema hûn çend rupelan di ber çav re derbas bikin û ev yek têra we bike. Naxêr; pergal, şêweyeke jiyanê ye.“
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…





