Notên Edîtorê!
- Ev pirtûka li ber wergera Swedî, ji ya Tirkî hatiye wergerîn
Rave
Roman û çîrokên me yên dirêj li ber Keça Kapîtan xav dimînin ku em wan bidin ber hev. Saxikî û nermokî digêhije daraxek wusa bilind ku rastî jî wek tiştekî lihevhanînî û karîkatorîzeyî dixuye. Cara yekem e ku bi rastî jî karakterên ûris derdikevin holê.
Gogol
Ey welatê dûr û xweşik
Ey welatê ji bo min biyanî!
Ne bi daxwaza dilê xwe hatim vir
Û ne jî li ser pişta kehêlê xwe.
Agirê xortaniyê û mijdûmana meyxaneyê
Ev xortê dilêr, ango ez hanîme vê derê.
(Sitranek kevin)
“Keça Kapîtan” xweş dide xuyakirin ku Pûşkîn li ser rêyeke realîst bûyerek dîrokî bi pêjnên evîneke piçûk dihûne. Ev babetê nivîsê jî ne tenê ji bo wî, herweha ji bo hemû nivîskarên wê demê jî dibe şopeke nû. Hêj di pey wî re jî li Ûristanê nivîskarên mezin wek Tolstoy û Dostoyevskî, car bi car vegeriyane ser berhemên wî û xwendine ku bizanibin ka çarçova çîrokên weha çawa û bi çi awayî têne hûnandin.
Pûşkîn Keça Kapîtan bi salekê beriya mirina xwe dinivîse (1836). Piştî ku ev werdigere gelek zimanan, bandoreke mezin li edebiyata dunyayê jî dike. Û dibêjin ku Tolstoy ji ber vê bandorê, berhema xwe ya bi navê “Şer û Aşîtî” nivîsiye.
Hesenê Metê
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


