1984



Navê Resen :
1984
Navê Kurdî:
1984
Nivîskar:
George Orwell
Wergêr:
Salih Agir Qoserî
Zimanê Resen:
Îngilîzî
Zimanê Jêder:
Îngilîzî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2015
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
352
ISBN
9786059014236
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


George Orwell bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin.
Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.
Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tendirustîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse…      Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin li ser wan. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin.


Wergêr

Salih Agir Qoserî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply