Xewn û Xeyal

Navê Resen :
Ficciones
Navê Kurdî:
Xewn û Xeyal
Nivîskar:
Jorge Luis Borges
Wergêr:
Ciwanmerd Kulek
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2017
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
168
ISBN:
9786059082976
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêm nivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, her wiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî ya xwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû. Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jî afirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan de derxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin. Wî gerdûn wek kitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirina gerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal û afirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin.  Me 14 çîrokên bijare ji berhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîng  Aleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo xwendevanên kurdî amade kir. Vê wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.


Wergêr

Ciwanmerd Kulek

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…