
| Navê Resen : Cronica De Una Muerte Anunciada |
| Navê Kurdî: Serencama Mirinekê |
| Nivîskar: Gabriel Garcia Marquez |
| Wergêr: Ciwanmerd Kulek |
| Zimanê Resen: Îspanî |
| Zimanê Jêder: Îspanî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2013 |
| Cihê Çapê: Ankara |
| Rûpel: 96 |
| ISBN: 9786059082518 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez, wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn. Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn. G.G. Márquez bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerandina Ciwanmerd Kulek, ji niha de cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

