Li Çiyayên Andê

Navê Resen :
Lituma en los Andes
Navê Kurdî:
Li Çiyayên Andê
Nivîskar:
Mario Vargas Llosa
Wergêr:
Ciwanmerd Kulek
Zimanê Resen:
Spanî
Zimanê Jêder:
Spanî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2016
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
304
ISBN:
9786054497881
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin. Serpêhatiya evîna esker Tomás a bi Mercedesê re şevên wan ên tenha dadigire, çîroka êş û kula dilekîbirîndar wan bi hevaltiyeke henûn bi hev ve girê dide. Dema bi hev re meseleya windayiyan dikolin, li aliyekî tundûtûjiya bê hed û hesab a şervanên maoîst ên Rêya Ronî, li aliyekî jî bawerî û xurafeyên kevnar ên gelê navçeyê li ber çavan tê raxistin. Roman rûpelekî ji dîroka Perûyê, ligel mîtolojiya qewmên wê yên binecih, bi hostehiyeke bilind vedibêje û mirov matmayî dihêle bi vegotina xwe ya ku serpêhatiyên xerîb, seyr û sawnak mîna ku gelekî nas û nêzîkî me bin nîşan dide. Vê berhema girîng a Mario Vargas Llosa, yek ji nivîskarên herî mezin ên edebiyata Emerîkaya Latîn, ji alî Ciwanmerd Kulek ve ji zimanê wê yê resen bo Kurdî hat wergerandin û ferhengokeke bo manekirina peyvên taybet ên di zimanê yekemîn de û hin peyvên pêwîst ên di Kurdî de lê hate zêdekirin. 

“Ez gelekî heyran û hijmetkar im li hember milletê Kurd û dîroka wan a dilsoj.
Ez dixwazim bi van rêzikan, ligel daxwazên xwe ên herî mezin ên bo serkeftina vî milletî, silaveke ji dil û can bişînim bo xwendevanên xwe ên di vî zimanî de.”

Li Çiyayên Andê
Mario Vargas Llosa


Wergêr

Ciwanmerd Kulek

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…