Werîsê Sor



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Werîsê Sor – Kızıl Urgan
Nivîskar:
Alan Ward
Wergêr:
Adnan Çelik, Ergin Öpengin
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2021
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
88
ISBN:
9786257253420
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Payiza 1960an ciwanekî îrlendî bi navê Alan Ward ku hêj 23 salî bû hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin. Ev yek ne ji ber kêmasiya wî ya mamosteyî bû, lê ji lewma bû ku fêrî kurdî bûbû û bi xwendekaran re bi kurdî xeber dida. Ew ciwanê dilsoz û qedrzan vegeriya welatê xwe. Lê ewqas di bin bandora Diyarbekir û kurdan de mabû ku wî tu caran ew ji bîr nekirin. Salekê li ser wan çar mehên xwe yên li Diyarbekirê û hevalên xwe yên kurd hizirî û helbesteke dirêj nivîsî bi navê La Còrda Roja anku Werîsê Sor, û di sala 1964an de bi zimanê oksîtanî û frensî çap kir. Ev berhema di destê we de wergera vê helbestê ye, ku bi vê bangê dest pê dike:

Roja tu min darda dikî, birayê tirk

roja tu min darda dikî, ho turkmen

bila sor be werîsê min

sor wek çem

sor wek Dîcle li demsala baranan


Wergêr<br>
Wergêr

Adnan Çelik, Ergin Öpengin

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê