Navê Kovar : Tabularasa, Ji wêjeya Cihanî |
| Weşanxane: Flîtto Weşan |
| Sal: 1 |
| Hejmar: 4 |
| SalaÇapê: 2013 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: |
| ISBN: |
| Kirîn: E-Pirtûk |
Rave
Lixwemikuriya Li Zindanekê Peydabûyi….. Charles Dickens
Pararlama …. Dimosthenis Vutiras
Dûmahiya Partiyê….. Graham Greene
Sirê Sêrîn…. Kamala Das
Daxwaz … Roald Dahl
Seva Semiyê …. William Saroyan
Merheba,
tabularasa bi vê hejmara xwe ya çaremin disa ji wêjeya dinyayê, ji niviskarên deng dane serdemên xwe nimûneyan pêskêsêsi xwendevanên Kurdi dike. Hemû nivisarên ku hatine wergerandin ji zimanê wan ên orjînal hatine wergerandin.
Disa divê bê gotin ku werger di wêjeya dinyayê de ciyekí xwe yê giring heye. Lewre em wêjeyên çand û zimanên din bi saya wergerê dixwînin û ji wan agahdar dibin.
Û disa bi saya wergerê wêjeyên zimanan bandorê li hevdu dikin, reng ji hevdu vedigirin, rezm û bezmê, deng û gêwazê didin hevdu. Em jì bi vê sedemê ji wêjeya dinyayê ditamijin. Dewlemendiya wergerê hineki jî dewlemendiya zimên nîsan dide.
Bi vê baweriyê em hewl didin ku ji wêjeya dinyayê nivisarên hêja li wêjeya Kurdi zêde bikin û bigihîjînin ber destê xwendevanên kovarê.
Gava kovarê dest bi wesana xwe kir, mebest ew bû ku her ji du mehan carekê bigihîje ber destê xwendevanên xwe û wergêriya Kurdi pês bixe, wêrekiyê bide wergêran, da ku wergêrên zimanê Kurdi zêde bibin û em jì hîn bêtir ji zimanên curbecur karibin nivisaran bi zimanê xwe bixwinin, lê mixabin hewla me têri kovareke dumehane nake. Ji ber vê yekê jî ji niha û pê de heta hewla kovarê têri kovareke dumehane bike, em îbareya dumehane ji ser kovarê radikin. Dîsa em ji xwendevanên xwe dixwazin ku bi vê neytê me bişopînin. Her çigasi kovar nikaribe di dema xwe de derkeve ji heta jê bê wê bi rêk û pêki derkeve û bigihîje ber destê we.
Bi hêviya hûn tameke xwes ji vê hejmarê jî bikin.
Heta hejmareke din
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

